PeyamaKurd - Şande hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Rojavayê kurdistanê ku Seroktiya wê Hevserokê PYDê Şahoz Hesen dikir, li Hewlêrê bi Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.
Hat zanîn ku civîn li çapemeniyê girtî saetekê dewam kiriye û piştî civînê ti agahî ji medyayê re nehatine belav kirin.
Hêjayî gotinê ye, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev 5 roj in li Başûrê Kurdistanê ye û bi aliyên siyasî re hevdîtinan dike ku biryare çend rojên din jî li wir bimîne.
Li gorî medya nêzîkî PKKê, armanca serdanan pêkanîna yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî ya li ser rewşa heyî û êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin