Si’ûdî Erebistan: “Amerîka bo berjewendiyên xwe divê sîlihan bide me”

Si’ûdî Erebistan: “Amerîka bo berjewendiyên xwe divê sîlihan bide me”

PeyamaKurd- Kongreya Amerîkayê bi sedema ku welîahdê Erebistana Si’ûdiyê destê wî di nava kuştina rojnamevan Cemal kaşıkçı de bû, hewl dide ku Amerîka sîlihan nefroşe Erebistanê û bo wê jî astengiyan derdixe. Li ser pirsên rojnamevanan wezîrê karên derve yê Erebistanê Adil Cubeyr weha ragihand:

“Amerîka bo berjewendiyên xwe yên herêmê biparêze mecbûre sîlihan bide me. Li ser mijara rojnamevan Cemal Kaşıkçı û di mijara cenazê wî de, me ji Tirkiyê agahiyan xwestiye lê heya niha ti bersivekî nedane me.”

Cubeyr ragihandina xwe bo CNN Internationalê kir û di mijara darizandina berpirsên ji kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı jî got ku îsal dest bi darizandina wan kesan kirine. Di mijara ku fermana kuştinê de, welîahd Muhammed Bîn Selman ferman daye de jî weha got:

“Ev tişteka gelek nedicîde ye. Nabe ku îzna kuştinê bide ti kesî. Em difkirin û dixwazin têbigihên bê li pişt biryara kuştina wî çi heye. Ev xetayekî bû. Bo tişteka weha nebe me tedbîrên xwe yên esehî sitend.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin