PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, Iraq daxwazê ji Amerîkayê dike ku em hêzên xwe venekşînin.
Cîgirê Şêwirmendê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dana Stroll di daxuyaniyeke ji bo kanala El Cezîre de da zanîn: ‘‘Hikûmeta Iraqê daxwaz dike hêzên Amerîkayê li welat bimînin.
Berî niha Iraqê di meha Tîrmeha borî de Bexda û Washington rêkeftin ku di dawiya salê (2021ê) de hêzên şerker ên Amerîkayê ji Iraqê bên vekişandin.
Piştî kuştina fermandarê Sipaha Quds a Îranê Qasim Silêmanî li balefirgeha Bexdayê, Parlamentoya Iraqê bi givaşa aliyên Erebên Şîe ve biryara derxistina hêzên Amerîkayê li ser axa welat da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin