PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke rojnameya Şerq El Ewsad, çav li rê ye Amerîka di nav 6 hefteyan de dermanê vîrusa koronayê çêke.
Rojname vê agahiyê dispêre Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û dide xuyakirin, dibe welatê wî di nava 6 hefteyan de dest bi ceribandina dermanê vîrusa koronayê bike.
Heta niha li 6 welatan nêzî 86 hezar kes bi vîrusê ketine û 3 hezar kes jî mirine.
Belavbûna vîrusê herwiha bandor li gelek çalakiyên olî û çandî kiriye ku li Ewropayê jî gelek mizgeftan dest bi tedbîrên pêşîgirtina vîrusê kir, dêrên Îtalya û Koreya Başûr jî ayînên xwe ji dûr ve bi rêya înternetê dikin, li Parîsê jî Muzexaneya Louvre deriyên xwe girtine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin