PeyamaKurd - Wezîrê Cavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Reşîd El-Hemdanî ragihand ku belge di destê wan de hene Îran bi rêya kolandina tunelan berê ava çemên sînorê Iraqê diguherîne û ew ê ji bo vê binpêkariyê giliyê Îranê li Neteweyên Yekbûyî bikin.
Hemdanî ji medya Iraqê re daye xuyakirin, “Me belge hene ku Îran tunelan lêdidide ku berahîka ava çemên sînorî biguherîne. Yasayên navnetewî yên avê ji aliyê Îranê ve hatiye binpêkirin û me bi fermî Îran ji wan binpêkirinên avê agahdar kiriye, lê me ti bersivek ji berpirsên Îranê vernegirtiye.”
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê herwiha gotiye, ew niha ji bo giliyê Îranê bikin nameyekê amade dikin daku serî li Neteweyên Yekbûyî bidin.
Hêjayî gotinê ye, Îranê di meha Tîrmeha borî de, bi tevahî rêgirî ji hatina ava çemên sînorî bo Iraqê kiribû û ew jî bi taybet li parêzgeha Diyale bûbû sedema qeyranê.
Rejîma Îranê bi qutkirina ava çemên ku bi aliyê Iraqê ve diherikin, bûye sedema hişikbûna berhemên çandiniyê û xisareke zêde li ser erdên çandiniyê çêbûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin