Rûsya: Jîngeha Zaporijya ya Ûkraynayê ket bin kontrola me

Rûsya: Jîngeha Zaporijya ya Ûkraynayê ket bin kontrola me

PeyamaKurd - Rûsyayê ragihand ku Zagornoyeya herêma Zaporizhia ya Ûkraynayê ketiye bin kontrola artêşa Rûsyayê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê çalakiyên yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ûkraynayê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê li eniya herî pêş a li Ûkraynayê pêşketina xwe didomîne û wiha hat domkirin: "Yekîneyên leşkerî yên Rojhilat ên artêşa Rûsyayê, jîngeha Zagornoyeya herêma Zaporizhyayê rizgar kirin û xalên bi avantaj bi dest xistin."

"10 frokeyên Ûkraynayê hatin xistin"

Di daxuyaniyê de her wiha hate angaştin ku di şer û pevçûnên li herêmê de 10 frokeyên bêmirov ên artêşa Ûkraynayê ji aliyê sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ve hatine xistin.

Wezareta Parastinê di derbarê pêvajoya şerê li Ûkraynayê de agahiyên demdirêj parve kir û wiha got:

"Ji destpêka operasyonê heta niha 613 frokeyên şer, 276 helîkopter, 25 hezar û 855 frokeyên bêmirov, 529 sîstemên mûşekên parastina hewayî, 16 hezar û 352 tank û maşînên zirîpoş, 1341 roketavêjên pir lûle, 10 hezar û 547 obus û topên hewanê, 22 hezar û 613 alavên leşkerî yên taybet hatine têkbirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin