PeyamaKurd – Pevçûnên ku di navbera Hamas û Îsraîlê de berdewam dikin ket roja heftemîn. Îsraîl xwest ku 1,1 milyon sivîlên li Gazzeyê malên xwe terk bikin û derbasî başûrê herêmê bibin.
Di daxuyanîya ku ji aliyê medyaya hikumeta Filistînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Guh nedin daxwaza Îsraîlê ya ji bo niştecihên Gazzeyê ya ku ber bi başûr ve biçin."
Pevçûnên ku piştî ku baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam di sibeha 7ê Cotmehê de bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê dabû destpêkirin, di roja heftemîn de berdewam dike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, "Me her tim dizanibû Hamas kî ye. Niha hemû cîhan vê dizane. Hamas DAIŞ e. Çawa ku cîhanê DAIŞ têk bir, em ê jî têk bibin. Ev dijminê rezîl şer dixwest û wê bi dest bixe."
Di dema ku êrîşên wêranker ên Îsraîlê yên li ser Gazze û Şerîeya Rojava berdewam dikin, Hamas jî bi roketan bersiv dide. Herwiha di dema ku pevçûn didomin de hat ragihandin, do welatiyekî Tirk jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, Îsraîl xwestiye 1,1 milyon sivîlên li Gazzeyê malên xwe terk bikin û derbasî başûrê herêmê bibin. Di daxuyanîya ku ji aliyê medyaya hikumeta Filistînê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Guh nedin daxwaza Îsraîlê ya ji bo niştecihên Gazzeyê ya ku ber bi başûr ve biçin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin