PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Almanyayê yê Iraqê û şanda ligel wî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser xitimandina siyasî û êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê nirxandin hatine kirin.
Balyozê Almanyayê yê Iraqê Martin Jaeger û şanda ligel wî ku Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher jî di nav de amade bû, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazîkirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û hewilên dawî yên nehiştina xitimandina siyasî hatine nirxandin û Serok Barzanî, ji xeynî amajekirina bi reşnivîsa navbera aliyên Kurdî, Sune û Çarçoveya Hevahengiyê, tekezî kiriye ku ew reşnivîs li ser binemaya destûrê hatiye danîn.
Di dewama agahiyên hevdîtinê de hat ragihandin ku Balyozê Almanyayê, ji bilî şermezarkirina êrîşên hêzên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û armanckirina xelkê sivîl, wî jî ragihandiye ku welatê wî girîngiyê bi pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dide û dixwaze ku di pêşerojê de ew pêwendî werin bipêşxistin.
Hat diyarkirin ku bi taybetî jî hatiye xwestin ku di aliyê bazirgahiyê de pêwendî werin xurtkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Balyozê Almanyayê dupat kiriye ku Almanya alîgir e ku mafên Herêma Kurdistanê, di çarçoveya destûrê de werin dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin