PeyamaKurd – Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Taybet bo Sûriyê Aleksandr Lavrentyev, derbarê hevdîtinên navbera rejîma Sûriyê û Kurdan de daxuyanî da.
Aleksandr Lavrentyev di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinên Soçiyê de, diyar kir ku Moskow berê kurdan dide dîyaloga berhemdar bi rêveberiya Şamê re û wiha got:
"Em berê kurdan didin pêkanîna diyaloga berhemdar bi Şamê re daku alozî kêm bibe û rêkeftinên bên qebûlkirin di navbera aliyan de çêbibin. Heger Kurd û Şam di rêkeftinê de bi ser bikevin, ne tenê wê li tevahiya erda Sûriyê aramî çêbibe, wê ji bo dawîanîna rêxistinên terorê jî bibe alîkar.”
Lavrentev diyar kir ku Rûsya ji ber van sedeman hewil dide di navbera Şamê û Kurdan de çareseriyên bên qebûlkirin pêk bîne û destnîşan kir, lê belê çareseriyên wekî dewleteke serbixwe ya Kurdan û rêveberiyên wek '++dewleta qaşo' ne mimkun e pêk bên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin