PeyamaKurd - Şanda danûstankar a Tevgera Goranê di civînên derbasbûyî de li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), çend daxwaz diyar kirin daku di çarçoveya sala bê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser bike.
Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beriya niha eşkere kiribûn ku her bername û plana xizmeta xelk û kabîneya 9an a hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, PDK jî piştgiriya wê dike.
Tevgera Goran ku bi PDKê li ser kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê danûstandinan dike, daxwazên xwe yên ji hikûmeta Kurdistanê bo sala bê eşkere kirin.
Li gor medya bi ser Tevgera Goranê de daxwazên sereke yên Goranê wiha hatine rêzkirin:
1- Parastin û bihêzkirina qewareya Herêma Kurdistanê, nabe Kurdistan bibe beşek ji pirsgirêkên herêmî û navdewletî.
2- Peywendiyên li gel hikûmeta Iraqê di xizmeta pêşveçûna Herêma Kurdistanê de bin.
3- Xebata li ser serweriya yasayan, bi awayekî ku dadgeh û desthilata dadwerî were bêalîkirin.
4- Başkirina debara xelkê; divê karê ewil ê hikûmetê başkirina jiyana xelkê û nehiştina paşekefta mûçeyan be.
5- Hikûmet bibe cihê baweriya xelkê.
6- Hikûmet pabendî dabînkirina xizmetguzariyan were kirin.
7- Hikûmet pabendî rûbirûbûna gendeliyê be.
8- Hikûmet were biçûkkirin, bi awayekî ku berhem bîne, ne ku weke cihê destkeftên takekesî û partiyan were temaşekirin.
9- Derxistina dem ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê di temamê waran de.
10- Saziyek ji bo firotin û bazarkirina petrolê were damezrandin û sindoqa dahatên petrolê were çalakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin