PeyamaKurd – Serokê Meclisa Bilind ya Kampanya Hilbijartinê ya PDK ê Hoşyar Zêbarî li Hewlêrê civînekî çêkir û ragihand ku wan ji zûde dest bi kampanya hilbijartinê kirine lê weka fermî 11 ê êlûnê kirine roja destpêkê. Zêbarî got ku wan ji bo hilbijartinê amadekariyeka baş kiriye û hêviya wan heye ku encamekî baş bidestbixin.
PDK li Iraqê û Herêma Kurdistanê li 10 bajaran û di 29 herêman de bi 51 namzedan dikevin hilbijartinê. Li bajarê Wastê ya Iraqê wê destekê bidin namzedê Kurdê Feylî. Zêbarî got ku ji hilbijartinê re mehekî maye û weha got:
“ Me îro dest bi kampanya xwe kir û armanceka me hebû. Me xwest peyama me bigihê her aliyê. Em peyama ku em ê bi awayekî ciddî tevlî hilbijartinê bibin didin. Em bi xwe bawerin. Em bi têkoşîna xwe, bi rêxistina xwe, bi xebata xwe û em bi xelkê xwe bawerin. Xelkê me di pêvajoyên zor de dizane derê pêş.
Hilbijartin girînge û reqabet heye. Em bende ne ku rêjeyekî zêde tevlî hilbijartinê bibe. Em dixwazin xelk here ser sindoqan û dengê xwe bide. Sîstema vê hilbijartinê ji yên din cuda ye. Bar dikeve ser milên namzedan. Weka meclisa bilind ya kampanya hilbijartinê û rêvebiriya PDK ê, tişta para me dikeve ew e ku em namzedan destek bikin.
Ji ber Kovid-19 ê em ê civînên mezin nekin. Em ê civînên ku kêm kes tevlî bibin bikin.”
Hoşyar Zêbarî li ser lîsta PDK ê rawestiya û weha got:
“ Di lîsta namzedên me de Ereb, Xîrîstiyan, Turkmen û birayên me yên Êzîdî hene. Namzedên Xîrîstiyan hene ku em destekê didin wan. Em dixwazin vê peyamê bidin. Em partiyekî nijadperest nînin. Em ne tenê partiya Kurda ne. PDK li Iraqê markaye û 75 sale siyasetê dike. Ne hewceye em xwe bidin nasîn. Ji Anbar, Kerbela, Wast, Bexda û Mûsilê namzed hene ku ne Kurdin û wê di lîsta me de bikevin hilbijartinê. Em bi hêvî ne vê carê encameka baştir derê ortê.”
Zêbarî ragihand ku wê mal bi mal bigerin û li Kerkûkê baregehên hilbijartinê vebûne û weha dewam kir:
“Xelkê me dageriya Kerkûkê. Me baregehên xwe vekir û dest bi xebata xwe kir. Divê herkes û her teref weka hev xwediyên derfetan be. Me ji rêvebiriya Bexdayê û hêzên ewlehiyê soz sitend ku tiştekî nexweş neqewime. Me temamê dinyayê xeberdar kir. Me ji Neteweyên Yekgirtî re jî got. Divê li ti herêma hilbijartinê, bo namzed an partiyekî astengî nebe.”
Zêbarî li ser pirsa bê Kerkûk ji bo wan miftekiriye an na, got ku wan temamê mifteyan vekirine, baregehên wan vebûne û weha got:
“Baregehên me vebûn û mifteyan teslîmê me kirin. Hilbijêrên me dest bi xebata hilbijartinê kirine.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin