PeyamaKurd – Hejmarek mesîhiyên ortodoks ên li Tirkiyê ji bo biryara mizgeftbûna Ayasofyayê bê betalkirin serî li dadgeha bilind a şêwirmendiya Tirkiyê dan.
Kilîseya Ayasofya ya ji bo cîhana ola mesîhî xwedî dîrokeke qedîm e, 24ê Tîrmehê bi daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wekî mizgefta misilmanan hatibû guhertin û bi awayekî girseyî nimêj lê hatibû kirin.
Mizgeftbûna Ayasofyayê piştî betalkirina biryara encûmena wezîran a sala 1934an ku 86 sal berê wekî muzexane hatibû qebûlkirin, pêk hat.
Welatiyên ortokdoks ên li Tirkiyê bi sedema demboriyê xwestin biryara mizgeftbûnê were betalkirin û Ayasofya dîsa bibe muzexane.
Di serlêdana dadgehê de ortodoksan bal kişandiye ser ku mizgeftbûna Ayasofyayê li dijî peymana UNESCO ya parastina dîrok, çand û sirûşta dinyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin