PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba li ser Twittere di derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek belav kir û got, Rûsya dest bi dagirkirineke berfireh kiriye.
Kuleba diyar kir: “Putin li dijî Ukrayna dagirkirineke berfireh da destpêkirin. Bajarên aştiyane yên Ukrayna di bin êrîşê de ne.
Herwiha wî eşkere kir, cîhan dikare Serokê Rûsya Vladimir Putin rawestîne û bang li rêberan kir ku wî rawestînin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Putin kir ku êrîşa dijî Ukrayna rawestîne û ji bo aştiyê şansekê bide.
Civata Ewlekarî ya NY dema Putin operasyon radigihand, li ser Ukrayna di civîneke demildest de bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin