Erdogan bo Rojava: Ti çareyeke din nemaye, proje amade ye...

Erdogan bo Rojava: Ti çareyeke din nemaye, proje amade ye...

PeyamaKurd - Serokamarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya vekirina Parlamentoya Tirkiyê de, car din gefa destwerdana Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) xwar û got, “Ji xeynî ku em di rêya xwe de herin, ti çareyeke din nemaye. Êdî Tirkiye di vê mijarê de tenê rojekê jî naxwaze dereng bimîne.”

Serokomarê Tirkiyê li ser plana ‘Herêma Ewle’ jî car din anî ziman ku ew dixwazin di kûrahiya 30 km de 2 milyon koçberên Sûriyê bicih bikin û wiha pê de çû:

“Projeyên me amade ne. Me di hevdîtinên bi serokên dewletan re (Li New Yorkê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî) parve kir. Piştî ku me herêm ji dagirkeriya rêxistina terorê rizgar kir, bi alîkariya navdewletî emê projeyê bidin destpêkirin. Tirkiye ewlekariya xwe ji kêf û hesabên hêzên herêmê re nahêle. Tirkiye wek welatekî pêşve diçe, di grûba xwe de derbasî kategoriyeke bilindtir bûye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin