Ji malbatên DAISê 299 kes ji kampa Holê hatin azadkirin û çûn Reqayê

Ji malbatên DAISê 299 kes ji kampa Holê hatin azadkirin û çûn Reqayê

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi dehan malbatên din yên DAIŞê ji kampa Holê ya Hesekê azad kirin.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê ragihandine ku doh 15ê Tîrmehê 82 malbatên DAIŞê yên xelkê bajarê Reqayê ji kampa Holê hatine derxistin û vegeriyane Reqayê.

Hat diyarkirin ku hejmara endamên wan malbatan 299 kes bûn.

Heta niha bi navbeynkariya eşîrên Ereb û lihevkirina ligel HSDê gelek caran malbatên DAIŞê ji kampa Holê hatine derxistin û azadkirin.

Li kampa Holê ya nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran malbatên çekdarên DAIŞê dimînin ku bi hezaran ji wan jî welatiyên zêdetirî 70 welatan in.

HSD gelek caran bang li wan welatan dike ku welatiyên xwe werbigirin, lê kêm ji wan bo welatên wan hatine vegerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin