Pistî civîna PDK û YNKê daxuyanî: Wê civîn berdewam bin

Pistî civîna PDK û YNKê daxuyanî: Wê civîn berdewam bin

PeyamaKurd - Piştî civîna îro ya şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin ku dê civîn berdewam bin û mijara danûstandinan jî avakirina hikûmeta nû û pirsa Kerkûkê ye.

Heyetên PDK û YNKê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê îro çarşemê ji bo gotûbêjkirina pirsa parêzgarê Kerkûkê, avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyan.

Piştî civîna herdu aliyan Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand,."Civînên me ligel PDKê wê berdewam bikin, piştî rêkeftina me em qonaxa avakirina hikûmetê û pirsa Kerkûkê gotûbêj dikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin