Erdogan Amerîka bi terorê tirsand

Erdogan Amerîka bi terorê tirsand

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, welatê Amerîkayê bi êrişên terorî tirsand û got "Dê terorî teqez rojekê li Amerîkayê jî bizivire."

Erdogan mitîngek li dijî Îsraîlê li Stenbolê saz kir û gef li Amerîka û Îsraîlê xwarin.

Erdogan daxwaz kir Amerîka piştevaniya bo Kurdan bidawî bîne û eger vê neke dê rastî êrişên terorî were. 

Erdogan wiha axivî: "Gavên ku rêveberiya Amerîka di mijara rêxistinên terorî de û di mijara dewleta terorê Îsraîlê de diavêje dê rojekê vegerin li Amerîkayê jî bixin. Ew nikare ji vê bireve. Bi vê wesîleyê ez gazî xelkê Amerîkayê jî dikim ku li hemberî xeletiyên serokê xwe dengê xwe derxînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin