PeyamaKurd – Piştî rûdana aloziya bi Îranê re li ser Kendava Basra û Bihura Hurmizê Brîtanyayê ji bo parastina keştiyên bazirganî û tankêrên petrolê keştiya şer a bi navê HMS Kent ber bi kendavê ve bi rê kir.
Li gorî ragihandina Reutersê, dê keştiya HMS Kend beşdarî nav hevpeymana bi pêşengiya Amerîkayê ku bo kendavê ava kiriye bibe.
Fermandarê HMS Kentê ragihandiye ku mebesta wan kêmkirina ragêşî û aloziya li herêmê û kendavê ye û armanca wan parastina ewlekariya deryavanî û bazirganiya navdewletî ye.
Reuterê herwiha daye xuyakirin ku dê dawiya salî keştiya HMS Kent erka keştiya HMS Duncan a Îngilîz ji Bihura Hurmizê dewr bistîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin