Li bajarê Mezar-î Serîfê di êrîsên bombeyî de 9 kes mirin

Li bajarê Mezar-î Serîfê di êrîsên bombeyî de 9 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afxanistanê li bajarê Belhê li navenda Mezar-î Şerîf de, li pey hev êrîşên bombeyî çêbûn û di encamê de 9 sîvîl hatin kuştin. Berdevkê rêvebiriya asayîşa Belhê yê hukumeta Talîbanê ya demkî Muhammed Asif Wezîrî ragihand ku li bajêr li rawestgehên bi navên Seccadiye û Qantinerhayê li pey hev bi bombeyan êrîş kirine ser rawestgehan.

Di êrîşan de 9 sîvîl mirine û 13 sîvîl jî birîndar bûne. Lê dibe jimara miriyan zêdetir be.

Hat ragihandin ku êrîş birine ser alavên Şî’ayên ku ji wan rawestgehan diçûn gundan. Heya niha kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Li heman bajarê di 21 ê nîsanê de bombe avêtibûn mizgefta Şî’ayan û DEAŞ ê bûyerê girtibû ser xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin