PeyamaKurd- Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudea, xwediyên supermarketan bi bilindbûna nirxê xwarinê ya li welêt tawanbar kir û gefa zêdekirina bacê xwar.
Justin Trudeau, ji bo çareseriya bihayan bi xwediyên supermarketan re civînek li dar xist û peyama zêdekirina bacên ku ji supermarketan tên komkirin da.
Trudeau diyar kir ku zincîreyên supermarketan dahata xwe zêde dikin û ji ber zêdebûna buhayê xurekan li welêt xwediyên supermarketan sûcdar kir.
Serokwezîr Trudeau heta 9ê Cotmehê dem da xwediyên supermarketên zincîre ku ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin û ji bo hevdîtinê ew vexwendibûn paytext Ottawayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin