Ferît Senyasar: Ez kesên ku ji hêla hiqûqî ve bûne sirîkên vê zilmê weke mirov nabînim

Ferît Senyasar: Ez kesên ku ji hêla hiqûqî ve bûne sirîkên vê zilmê weke mirov nabînim

PeyamaKurd – Ferît Şenyaşar di Nobeta Edaletê de diyar kir û got: “Wê dadger û dozger jî biçin betlaneyê. Baş e lê kesên bûne şirîkên vê zilmê wê çawa biçin betlaneyê?” 

Li gor Ferît Şenyaşar di çalakiyê de eşkere kir, nobeta wan di bin zilmê de berdewam dike û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 4 sal li pey xwe hiştin. Germa Rihayê her ku diçe zêdetir dibe û em di bin van şert û mercan de nobeta xwe didomînin. Nobeta me dikeve havîne duyemîn. Germahiyeke zêde heye. Me bi israreke mezin dest bi nobeta xwe kir. Neheqiyeke mezin li holê heye. Hiqûqa serdestan heye. Hemû kes vê yekê dibîne. Dayikek her roj li pêşiya avahiya edliyeyê rûdine. Kesên ji xwe re dibêjin ‘ez dozger im, ez dadger im’ her roj dibin şahidê vê rastiyê û li ber me re derbas dibin û diçin. Rêveberên AKPê jî dibêjin ‘hûn di doza xwe de mafdar in û em bi we re ne.”

Herwiha Şenyaşar di berdewamiyê de destnîşan kir: “Betlaneya dadî di 20ê Tîrmehê de destpê dike. Dadger û dozgerên ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ wê biçin betlaneyê. Kesên ku bûne şirîkên vê zilmê, yên ku mohra xwe lê xistine dê çawa betlaneyê bikin? Bibe şahidê zilma li ber deriyê edliyeyê, îmze bike û piştre jî bi malbata xwe re here betlaneyê. Ez, kesên ku ji hêla hiqûqî ve bûne şirîkên vê zilmê weke mirov nabînim. Heke mirov bûna, mohra xwe li binê vê bêhiqûqiyê nedidan.” 

Hêjayî bibîrxistinê ye, xizm û parastvanên parlamenterê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14ê Hezîrana sala 2018an de li Pirsûs a Rihayê êrîşî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9ê Adara 2021an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 473yan de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Sirûcê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar”dest bi çalakiya xwe kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin