PeyamaKurd- Ajansa nûçeyan a dewletê Şinhua ragihand ku Serokê Çînê Şi Cinping, îro li bajarê Hangzhouyê yê paytexta parêzgeha Zhejiangê ya rojhilatê Çînê, bi Serokê Suriyeyê Beşar Esad re civiya.
Di nûçeya AFPê ya fermî ya Çînê ya CCTVê de hat ragihandin ku Beşar Esad li ser hevdîtinê wiha axivî:
“Îro, em ê bi hev re avakirina hevkariya stratejiya Çîn û Suriyeyê ragihînin ku dê di dîroka têkiliyên dualî de bibe xaleke girîng.”
Di berdewamiya nûçeyê de hat diyarkirin ku Serokê Çînê Xî Jinping jî got ku
"Em amade ne ku bi Suriyeyê re kar bikin, bi xurtî piştgiriya hev û din bikin, hevkariya dostaniyê bi pêş ve bibin û bi hevbeşî dadperweriya navdewletî biparêzin."
Her wiha Xi diyar kir ku têkiliyên herdu welatan ew ji ceribandina guherînên navneteweyî derbas bûne û got ku dostaniya herdu welatan, bi demê re xurtir bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin