Li Belçîkayê êrîsa cafeyê: 3 kes birîndar bûn

Li Belçîkayê êrîsa cafeyê: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Anvers ê Belçîkayê li cafeyeke ku tê gotin, xwediyên wê tirk in êrîşek pêk hat ku li gor agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûn.

Televizyona Belçîkî VRTê di nûçeya xwe de ragihand ku di nav komên Kurd û Tirkan de alozî çêbûye.

Medya tirk jî ragihand ku êrîş bi ser cafeyeke tirkan de hatiye kirin.

Li bajarê Anverse beriya niha di navbera Kurd û Tirkan de, bûyerên bi vî rengî qewimî bûn, lê hîn ne zelal e bê ev bûyer bi çi sedemê rû daye.

VRTê ragihandiye ku 2 gumanbarên bûyerê hatine binçavkirin û zêde hûrgilî derbarê bûyerê de neda.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin