PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Ukrayna plan dike ku li dijî endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) Polonya, Macarîstan û Slovakya ku biryar dan hawirdeya dexl û xwarinê ji Ukraynayê qedexe bikin, dozên qanûnî bide destpêkirin.
Nûnerê Bazirganiyê yê Ukraynayê Taras Kachka, ji malpera Politico re axivî û li ser pirsgirêkên ku di hawirdeya berheman a di Yekîtiya Ewropayê de derketine de daxuyanî da.
Kachka diyar kir ku ew ê li dijî Polonya, Macarîstan û Slovakyayê dozê vekin û got ku "Gelek girîng e ku îspat bikin ku ev kiryar di aliyê hiqûqî de şaş in. Ji ber vê yekê em ê sibê dest bi xebatên hiqûqî bikin."
Kachka diyar kir ku nerazîbûna vekirî ya Polonya, Macarîstan û Slovakya ya li hemberî Brukselê ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ya YEyê ye, di heman demê de bi baweriya hevparên bazirganiya navneteweyî yên li Brukselê ve girêdayî ye.
Taras Kaçka bi bîr xist ku polîtîkayên bazirganiyê û danûstandinên peymanên bazirganiyê yên welatên YEyê di bin desthilatdariya Komîsyona YEyê de ne û diyar kir ku nêzîkatiya bi taybetî Macarîstan û Polonya ku helwesta saziyên Yekîtiya Ewropayê di polîtîkaya bazirganiyê de paşguh dike, pirsgirêkeke cidî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin