PeyamaKurd - Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif got ku ji ber mercên ENKSê, diyaloga kurdî gihîştiye riyeke girtî û ew mercên ENKSê qebûl nakin.
Foza Yûsif ragihandiye, tevî ku danûstandinên yekrêziya aliyên kurdî li rojavayê Kurdistanê qonaxên baş derbas kirine jî niha ew danûstandin gihîştiye riyeke girtî.
Foza Yûsif gotiye, ji bilî guhartina nûnertiya aliyê Amerîkî ya ku serperiştiya diyaloga kurdî dike, lê sedema sereke ya rawestandina danûstandinan, mercên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ne. ENKS roj bi roj mercên nû yên zehmet pêşkêş dike, ew jî nayên qebûlkirin.
Serkirdeya PYDê dibêje: “ENKS dixwaze nimûneya Herêma Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê bi cih bike û desthilatê nîvenîv parve bike, lê ev yek bi rewşa Rojava re nagunce, ji ber ku her herêmekê taybetmendiyên wê hene.”
Endama Desteya Serokatiya PYDê diyar kiriye ku serdana ENKSê ji bo Tirkiyê û hevdîtinên bi berpirsên Tirkiyê re û çûna nûnerê ENKSê di nava şanda Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de bo Efrînê, sedemên din ên rawestandina danûstandinan e.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha hatibû ragihandin ku danûstandinên Kurdî-Kurdî yên navbera ENKS û partiyên girêdayî PYDê gihîştine qonaxa sêyemîn ku diviyabû di qonaxa bê de awayê rêveberiyê û hêzên ewlehiyê bên gotûbêjkirin.
Lê belê herdu alî jî piştrast dikin ku danûsdtandin rawestiyane, lê ENKSê beriya niha diyar kiribû ji ber hilbijartinên Amerîkayê ku navbeynkarê wan danûstandinan bû dîyalog rawestiya ye.
Li aliyê din Endamê Polîtburoya PDK-Sê Muhsin Tahir ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku ENKS rijd e li ser berdewamî û serxistina diyaloga kurdî û her çi astengî li pêş diyalogê hebe jî dê kar ji bo rakirina wan astengiyan bikin û got, ‘Lê divê ev vîn jî li cem aliyê PYNKê jî hebe.’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin