PeyamaKurd – Kurdekî sîvîl ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve, li gundekî bajarokê Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê, hat kuştin.
Li gorî agahiyan, do derdora saet 08:00an,, li ser rêya M4 li beramberî gundê Şêx Hesen yê Eyn Îsayê, welatiyekî sivîl ji hêla çekdarên Tirkiyê ve hat kuştin.
Navê wî kesê ku hatiye kuştin, Qasim Xelîl (48) salî ye.
Xelkê gund demek dirêj nekarîn ji tirsa çekdaran termê wî welatiyê Kurd ji erdê rakin. Lê demek şûn de, terme wî birin gund.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin