Li Hondurasê 600 kes Îtalyanekî kustin

Li Hondurasê 600 kes Îtalyanekî kustin

PeyamaKurd – Li welatê Hondurasê grûbekî bi 600 kesan bi kevir, dar û kêran yekî Îtalyanî yê bi navê Giorgio Scanu xistin û kuştin. Li gor ragihandina medya Îtalyayê; li navçeya Santa Ana de Yusguare yê li taxa Los Mangos ê ketina mala kesê Îtalyanî û ew kuştine.

Hat ragihandin ku Scanu li Hondurasê dijiya, bo tola şêlandinekî hilîne, cîranê xwe kuştiye lewra êrîşê mala wî kirine.

Sekreteriya ewlehiyê ya Hondurasê mijarê piştrast kiriye. Polîsê Hondurasê mudaxele kiriye ku yê kuştî rizgar bike lê qelebalix li wan guhdarî nekiriye.

Polîs bo sûcdaran bigre li ser bûyerê lêkolînê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin