PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê ketin û 2 kesan jî can dan.
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, daneyên dawî yê vîrusa Koronayê belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di hundurê 24 saetên dawî de 11 kesên din bi Koronayê ketinç Ji wan 8 zilam û 3 jin in, 6 li Cezîrê, 3 li Kobaniyê û 2 jî li herêma Şehba ne.
Herwiha li gor daxuyaniyê, 2 kesan jî bi Koronayê can dane, kesek ji wan li Qamişlo û kesek din jî li Şehbayê bû. 7 tûşbûyên Koronayê jî baş bûne.
Li deverên di bin deste Rêveberiya Xweser de, heta niha 182 kes bi Koronayê ketine, 17 kes baş bûne û 10 nexweşên Koronayê jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin