Tirkiyê hêzeke din sand ser sînorê Girê Spî û Kobanê

Tirkiyê hêzeke din sand ser sînorê Girê Spî û Kobanê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê hêz û cebilxaneyên zêdetir li sînorê Rojavayê Kurdistanê bicih dike.

Artêşa Tirkiyê amadekariyên bo operasyona li ser rojhilatê Firatê bênavber didomîne û herî dawî jî hêz û alavên leşkerî ku berê li Hatayê hatibûn bicihkirin, ber bi Rihayê ve hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku hêzên leşkerî û barhilgirên cebilxane tê de bûn, ji navçeya Kirikxana Hatayê ber bi navçeyên li hember rojhilatê Firatê bi rê ketin û li gor agahiyan ew hêz dê li ser sînorê Kobanî û Girêsipî werin bicihkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin