PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi mebesta asayîkirina jiyanê û sistkirina hinek tedbîrên rûbirûbûna koronayê de, di saetên kar yên saziyên fermî de hinek guhertin pêk anîn.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hat ragihandin, “Wê ji rojên Yekşemê heta Çarşemê saetên kar ji 09:00 heta 13:00 be. Roja Pêncşeman jî demjimêr 9 heta 12 be.”
Wezaretê herwiha da xuyakirin ku wan destûr daye saziyên kerta taybet ku saetên xwe li gorî xwe saz bikin û li qadên kar jî pêwîste li gorî tedbîrên xweparastina koronayê tevbigerin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzenî jî bibîr xistibû ku di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina belavbûna koronayê de dibe ku îro biryarên nû werin standin ku ji bo asayîbûna jiyana rojane ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin