Li Duhokê 2 kesên din bi korona ketin û hejmar gihîst 3 kesan

Li Duhokê 2 kesên din bi korona ketin û hejmar gihîst 3 kesan

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Duhokê 2 haletên din yên tûşbûna bi vîrusa koronayê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristîyê da xuyakirin, du tûşbûyên vîrusa koronaya nû Covid-19 li Duhokê hatin tesbîtkirin ku yek ji wan zilamekî temen 77 salî û nevîyê wî yê temenê wî 8 salî ye ku her du jî rûniştvanên bajarê Duhokê ne.

 Doh jî haleteke din a Covid-19 li Duhokê hatibû tomarkirin ku tevî herdu kesên îro hejmar gihîşt 3 kesan.

3 roj berêbi hinceta nemana koronayê li Duhokê, xelkê bajêr pîrozbahî kiribûn ku di encama teqekirinê de 13 kes birîndar bûbûn û piştî bi rojekê jî haleteke nû ya vîrusa korona hat tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin