Wê Rûsya û nûnerên NY li Cenevreyê hevdîtin bikin

Wê Rûsya û nûnerên NY li Cenevreyê hevdîtin bikin

PeyamaKurd – Peyamana Îstenbolê ku bi navbeynkariya Tirkiyê û NY di navbera Rûsya û Ûkrayna de hatibû kirin, ber bi dawiyê de diçe û ji bo dirêjkirina peymanê wê civîna her dû terefan li Cenevreyê bibe. Li ser peymanê hevdîtin di 11 ê mijdarê de, dê bibe. Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephanie Tremblay, ragihand ku wê sekretera giştî ya UNCTAD ê Rebeca Grynspan û cîgirê sekreter yê ji karên mirovî berpirse Martin Griffiths tevlî civînê bibin. Tremblay weha got:

“Em dixwazin teref bi niyeta baş xwe nêzî mijarê bikin da peyman karibe bi rêve here, keştî bi ewle û di wexta xwe de herin. Ji amadekirina xeta dexlê re hezrekî baş divê û divê ew dexl bigihê dinyayê.”

Li gor Neteweyên Yekgirtî ji 1 ê tebaxê heya niha ji Ûkraynayê 10 mîlyon ton dexl hatiye îxrackirin.

Li gor daxwuyaniya berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova; diviya heya niha ji dexlên Rûsyayê jî hinek biçûya bazara dinyayê lê gotibû ji ber dorpêçên Amerîka û YA yê heya niha dexlên wan nehatiye şandin û dê ev mijar vê carê bibabe babeta civînê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin