PeyamaKurd – Heya niha 28 dewlet endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya NATO yê qebûl kirin û biryara meclisên xwe jî derxistin lê Tirkiye û Macaristanê hêj qebûl nekirine. Ankara û Budapeşte hêj endamtiya wan tesdîq nekirine.
Wezîrê karên derve yê Macaristanê di meha borî de garantiya qebûlkirina endamtiya her dû dewletan ya ji bo NATO yê dabû. Tirkiye endamtiya wan dereng dixîne an qebûl nake lê hinek şertan danîbû ber her dû dewletan û dixwest wan şertan werin cîh.
Serokê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan gotibû heya şertan bicîh neynin wê endamtiya wan qebûlk nekin ku di nav şertên Tirkiyê de îada endamên PKK ê yên li Îsweçê û destekkirina wan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin