PeyamaKurd- Rayedarên qada enerjiya Ukraynayê ragihand ku piştî êrîşên Rusyayê, Santrala Zaporijyayê, ji şebekeya hêzê veqetiyaye. Hat diyarkirin ku ev qutbûna hêzê, di saetên ber destî sibehê de çêbûye.
Daxuyaniya li ser mijarê, ji aliyê rayedarên ajansa enerjiya nukleerî ya dewletê ya Ukraynayê (Energoatom) ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku herêma xeternak a binesaziyê, ji aliyê Rusyayê ve rastî êrîşa bombeyî hatiye.
Di dewama agahiyan de hat diyarkirin ku di êrîşa binesaziyê de navenda trafoyê bûye hedef û xeta ragihandinê ya 750 kV ZNPP-Dniprovskayê ya dawî, sadet di 03:59an de hatiye girtin.
Vê sibehê jî ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hatibû ragihandin ku paytexta Ukraynayê Kiev, vê sibehê bi dronên Kamikaze hatiye bombekirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî piştî vê êrîşê peyamek belav kir û got, “Dijmin, bi moşekan êrîşî hemû Ukraynayê dike. Dibe ku dijmin êrîşî bajarên me bike lê nikare me parçe bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin