PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Brîtanyayê derbarê rewşa tenduristiya Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson de ku bi nexweşîna Covid-19 re têdikoşe daxuyanî da. Johnson du roj berê ji ber giranbûna rewşa tenduristiya wî ji mala wî rakiribûn nexweşxaneyê.
Wezaretê ragihand ku rewşa Johnson cîgir e (stabil) û kêfa wî jî xweş e.
Johnson bêhtirî 2 hefteyan bû ji mala xwe kabîneya xwe birêve dibir ku testa wî ya vîrusa korona 27ê Adarê pozîtîf derketibû û piştî kuxik û herareta laşê wî zêde bû roja Yekşemê ew rakirin nexweşxaneyê.
Li Brîtanyayê heta niha ji nexweşîna Covid-19 bêhtirî 6 hezar kesan can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye nêzî 60 hezar kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin