Rojbeyanî: Cihê ku Pêsmerge lê be, ti çekdarek nikare aramiya wê têk bide

Rojbeyanî: Cihê ku Pêsmerge lê be, ti çekdarek nikare aramiya wê têk bide

PeyamaKurd - Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, Ciwan Yûnis Rojbeyanî got, ti hêzeke neyasayî neketiye nav Guwêrê.

Seroka Lijneya Navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî, li ser rûpela xwe facebookê ragihand: “Me derbarê wan gotegotên ku dibêjin xwedê girawî hêzên neyasayî çûne nav Guwêrê dûvçûn û lêkolîn kir.”

Rojbeyanî got: “Ew mijar bê bingehe û neraste û cihê ku Pêşmerge lê be, piştrast bin ti çekdarek nikare aramiya wan navçeyan têk bide.”

Nehiyeya Guwêr girêdayî qezaya Mexmûrê ye û 40 kîlometreyan dikeve başûrê rojavayê Hewlêrê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin