PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya li Iraqê, li ser êrîşa terorîstî ya şeva borî li ser Hewlêrê peyamek belav kir û diyar kir, pêwîst e li Iraqê tu cîhek nebe ji bo pêşketina bêserberî û tundiyê.
Balyozê Brîtanya li Bexdayê Mark Bryson Richardson da zanîn: “Êrîşa do şev êrîşeke din e û wisa diyar e kesên sivîl bûne armanca êrîşê û ez vê şermezar dikim. Pêwîst e li Iraqê tu cîhek nebe ji bo pêşketina bêserberî û tundiyê.”
Herwiha şeva borî bi dronan êrîşî bajarê Hewlêrê pêk hat û dijeteror a Kurdistanê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, êrîş li ser rêya sereke ya Hewlêr û Pîrmamê pêk hatiye û bi rêya dronekî bombebarkirî ve pêk hatiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin