PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kir, ji Bendera Çernomork a Ûkraynayê 2 keştiyên din ên zad bi rê ketine.
Li gor zanyariyan, wê her du keştî îro li bakurê Stenbolê bê kontrolkirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Di çarçoveya sewqiyata zad de, ji Bendera Çernomork a Ûkraynayê 2 keştiyên din ên zad bi rê ketin.”
Herwiha hat ragihandin, wê du keştiyên ji Ûkraynayê werin û herin li bakurê Stenbolê werin kontrolkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin