PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kir, îro Înê sê keştiyên genimê Ukraynayê berê xwe dan bazarên cîhanê.
Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê keştiyên genimê Ukraynayê bi rê ketin.
Li gor Wezîrê Berevaniyê Tirkiyê Hulusi Akar di derbarê mijarê de da zanîn, birêketina keştiyan encama xebatên mezin û hevahengiya wan pêk hatiye.
Hat zanîn ku wê keştiya yekem ji Stenbolê ber bi Lubnanê ve biçe.
Hat eşkerekirin ku di sê keştiyên Ukraynayê de 58 hezar ton genim heye û yek ji wan berê xwe daye Tirkiyê, ya duyem ber bi Îrlanda û ya sêyem ber bi Brîtanyayê ve diçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin