PeyamaKurd – Li Enqerê agir bi avahiyekê ket û li gorî zanyariyan 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn didomin.
Li navçeya Altindaga Enqerê agir bi avahiyeke 4 qetî ket û li gorî zanyariyên ewil 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 9 kes birîndar bûne.
Hêj nayê zanîn ku agir ji ber çi sedemê derketiye. Tîmên hawarçûn û rizgarkirinê tesbît kirin ku di wê avahiyê 4 kesan canê xwe ji dest daye.
Ji aliyê din ve hejmarek nîştecihên avahiyê ku ji ber agir û duxanê rewşa wan a tendirûstiyê xirab bûye rakirin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin