PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî civîna endamên NATOyê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokê Amerîka Joe Biden û hevalbendên wî hevfikir bûn ku hin Hêzên Bersivdanê bişînin endamên wan yên li rojhilatê cîranên Ukraynayê û got: “Em ê zêdetir çekan bidin Ukraynayê.”
Stoltenberg da zanîn, ew hêz wê bi rêya erd, esman û deryayê werin cihanîn.
Herwiha eşkere nekir ku wê hejmara hêzên ku werine şandin çi be, lê pispor dibêjin, di wê hêzê de 40 hezar leşker cih digirin.
Stoltenberg di berdewamiyê de destnîşan kir, “Em ê zêdetir çekan bidin Ukraynayê.” û got: “Di nav çekên dawî de sîstemên berevaniya esmên jî hene.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê da zanîn, hêzên Ukrayna dijî Rûsya li ber xwe didin û zarar jî dane artêşa wê. Herwiha diyar kir, ew baskê yekîtiyê ya ji bo rojhilat jî xurttir dikin. Bi taybetî ji bo li Derya Reş tu qeza çenebe ew bi baldarî tev digerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin