Sandeke din a Kurdistanê diçe Bexdayê: Rêkeftin tê îmzekirin

Sandeke din a Kurdistanê diçe Bexdayê: Rêkeftin tê îmzekirin

PeyamaKurd – Piştî ku doh şandeke herêma Kurdistanê ji bo mijarên budçe û petrolê serdana Bexdayê kir û vegeriya, hat ragihandin ku şandeke din a hikûmeta Kurdistanê sibe 25ê Mijdarê diçe Bexdayê û wê bi Wezîrê Darayî yê Iraqê re li ser bûdceya Kurdistanê hevdîtinê bike.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku şanda hikûmeta Kurdistanê sibe ango 25ê Mijdarê diçe Bexdayê û bi wezîrê darayî yê Iraqê re li ser pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2020 ya Iraqê de hevdîtinê dike.

Herdwiha hat diyarkirin ku dê piştî hevdîtin û danûstandinan rêkeftinek di navbera her du aliyan de were îmzekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin