Pompeo daxwaz ji Tirkiyê kir bo çekdarên Sûriyê nesîne Azerbaycanê

Pompeo daxwaz ji Tirkiyê kir bo çekdarên Sûriyê nesîne Azerbaycanê

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser şandina çekdarên Sûriyê bo Azerbaycanê, daxwaz ji Tirkiyê kir da ku çekdaran neşîne.

Di kongreyeke rojnamevanî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo qala şerê Ermenîstan û Azerbaycanê yê li herêma Qerebaxê kir.

Mike Pompeo li ser heman mijarê hişyarî da Tirkiyê û daxwaz jê kir ku çekdarên Sûrî neşîne Azerbaycanê ji bo şer.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da zanîn, eger Tirkiye çekdarên Sûrî bişîne navçeya dijberiyê li herêma Qerebaxê, wê têkçûna cîgiriyê li wir zêde bibe.

Li gor Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kiribû, zanyariyên piştrastkirî di destê wan de hene ku komên cîhadî ji Sûriyê çûne parêzgeha Dîlok a Bakurê Kurdistanê û ji wê derê jî bo herêma Qerebaxê hatine veguhestin.

Di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de alozî, ji meha Tîrmeha îsal ve ber bi zêdebûnê ve çûn, bi şerê 27ê Îlona 2020an de li herêma Nagorno-Karabaxê destpê kir, gihiştin lûtkeyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin