NYyê, ji ber gendeliyê rexne li wî welatî kir

NYyê, ji ber gendeliyê rexne li wî welatî kir

PeyamaKurd- Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk, girtina Telegramê ya li Iraqê wekî astengkirina azadiya ramanê nirxand û got, "Divê li Iraqê di derbarê gendeliyê de bergirên tund bên girtin."

Komîserê NYê piştî hevdîtinên xwe yên ligel rayedarên Iraqê yên li Bexdayê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Turk diyar kir ku Iraq di bin bandora guherîna avhewayê de ye û got ku ew dixwazin bi aliyên pêwendîdar re li ser ziwabûna li welêt bixebitin.

Komîserê NYê diyar kir ku ji bo reforman di vê mijarê de li ser êşkenceya li girtîgehên Iraqê de bi rayedaran re nêrîneke hevpar heye û got,

“Di heman demê de Iraq xwedî dîrokeke zilm, tundî û binpêkirina mafên mirovan e. Ez li hember vîna gelê Iraqê ya derbaskirina van qeyranan matmayî mam. Nêzîkî 1 milyon mirov di dema Sedam Husên de wenda bûn.

Di êrîşên 2014 û 2017an de êrîşên IŞÎDê bûn sedema kuştina bi hezaran kesan. Em xebatên hikûmetê yên di mijara 'wendayan' de dinirxînin. Her wiha cihê kêfxweşiyê ye ku pêşnûmeya qanûnê ya di vê mijarê de pêşkêşî parlamentoyê tê kirin. Pêwîst e tedbîrên bihêz li dijî gendeliyê li Iraqê bên stendin.”

Turk li ser pirsa derbarê girtina Telegramê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wiha got: “Ev yek, sînordarkirina azadiya ramanê li dijî maf û azadiyan e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin