'HSDê deverên ji dest dabû, dîsa kontrol kir'

'HSDê deverên ji dest dabû, dîsa kontrol kir'

PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Sean Ryan ragihand, navçeyên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) çend roj berê ji dest dabûn car din kontrol kirine.

Ryan ji Reutersê re destnîşan kir ku hêzên hevpeymaniyê digel HSDê sînorên Sûriye-Iraqê li hember DAIŞê diparêzin û rê nadin ji Sûriyê derbasî Iraqê bibin.

Dûh hin çavkaniyên medyayî îdia kiribûn ku DAIŞê çend deverên Dêrazorê ji destê HSDê derxistine û ew bajarok hatine valakirin ku ji aliyê berdevkên HSDê ve ew nûçe hatibûn redkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin