Amerîka: Em ê bi 15 hezar servanên HSDê re rahênanê bikin

Amerîka: Em ê bi 15 hezar servanên HSDê re rahênanê bikin

PeyamaKurd - Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford ragihand, ku hîn şerê li dijî DAIŞê berdewam e û ew grûp bi temamî nehatiye jinavbirin.

Joseph Dunford di civîneke rojnamevanî de li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis, diyar kir ku ewê bi 15 hezar şervanên ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) rahênanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis, di heman civînê de got: Nabe cihê Esed di pêşeroja Sûriyê de hebe, armanc ew e, ku gelê Sûriyê hikûmeteke nû ji xwe re hilbijêre, ku cihê Esed têde nebe.

Derbarê hebûna hêzên Îranî li nav Sûriyê, James Mattis diyar kir, Rûsya roleke mezin li Sûryê dilîze û pêwîst e ku hêzên Îranî ji wî welatî derxîne.

Herwiha Mattis tekez kir, ku wan hişyarî daye Îranê bo her karekî xirab li navçeyê bike, ewê bê sizakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin