PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Meksîkayê bi Serokdewlet Andres Manuel Lopez Obrador re hevdîtin kir û li ser “hevdîtinên koçberan” nîqaş kirin.
Hat ragihandin ku her du welat beşdarî civînên li Qesra Neteweyî ya li paytext Meksîko Cityê bi serokatiya Lopez Obrador bûn û li ser tevgerên koçberiyê yên di mehên dawî de bi lez zêde dibin axivîn.
Digel ku piştî civîna 2,5 saetan ti daxuyaniyek fermî nehat dayîn, Lopez Obrador li ser hesabê xwe yê medya civakî X postek parve kir.
Lopez Obrador diyar kir ku ji bo berjewendiya Meksîka û Amerîkayê peyman hatin kirin û got, "Em dixwazin ev hevdîtin bi awayekî taybet ji Serok Bîden re bê ragihandin da ku di navbera her du welatan de hevkariyên aborî, ewlehî û koçberiyê bi berfirehî bên nîqaşkirin."
Blinken di daxuyaniya xwe de got, "Em bi Meksîkayê re ji bo çareseriyê biryardar in"
Blinken bal kişand ser girîngiya hevkariya di navbera Amerîka û Meksîkayê de li parzemîna Amerîkayê û got, "Xweş bû ku em bi Lopez Obrador re li ser hewildanên me yên hevbeş ji bo misogerkirina koçberiya neqanûnî nîqaş kirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin