PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant diyar kir ku ew ê bersivê bidin her êrîşeke ku bajarê Eîlatê li başûrê welêt bike hedef.
Gallantb di daxuyaniya xwe de diyar kir ku metirsiya li ser azadiya seyrûseferê li Tengava Bab El-Mendeb ne tenê ji bo Îsraîlê, belkî li ser azadiya seyrûsefera navneteweyî di ava hemû welatan de metirsî ye.
Wî herwiha got, "Em ê tehemûlê gefên li ser Dewleta Îsraîlê nekin. Eger ew provokasyonên me bidomînin û bi moşekan an jî bi rêyên din hewl bidin êrîşî Eîlatê bikin, em ê zanibin ku em ê çi bikin."
Gallant ragihand ku ew amadekariyên xwe dikin û hêzên wan ji bo her wezîfeyekê amade ne û diyar kir, Îsraîl wê bi hêza xwe ya deryayî û hewayî bizanibe xwe çawa biparêze.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin