Hewlêr | Sefîn Dizeyî pêswazî li Bagdanov kir

Hewlêr | Sefîn Dizeyî pêswazî li Bagdanov kir

PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Bogdanov li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Dizeyî li ser hesabê xwe yê twitterê digel çend wêneyên hevdîtin û pêşwazîkirinê, kêfxweşiya xwe ya pêşwazîkirina Bogdanov anî ziman.

Biryar e Bogdanov îro li Hewlêrê bi berpirsên herêma Kurdistanê re çend hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin