PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand, bi destpêbûna mueyîdeyên qonaxa dudiyan yên Amerîkayê li dijî Îranê di 4ê Mijdarê de tiştekî nû naqewime û Amerîka dê negihêje armancên xwe bi dorpêçkirina Îranê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf, bo beşdariya civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Tirkiye û Azerbaycanê li Stembolê bibe, gihişt vî bajarî û daxuyaniyek da Zerîf diyar kir: Armancên aborî û siyasî yên Washingtonê derbarê mueyîdeyên li ser Îranê dê bicih neyên.
Cewad Zerîf her wiha bal kişand ser bernameya ewrûpiyan bona hevkariya bi Îranê re bi ramanca girtina pêşiya zextên Amerîkayê û hêvî kir: Ku bicihanîna plan û bernamên amadebûyî di navbera Îran û Yekîtiya Ewerûpayê de Amerîka dê zêdetir ji îro li civaka navneteweyî bikeve tecrîdê.
Zerîf her wiha armanca sefera xwe ya Stembolê beşdariya li şeşemîn dewra civîna sêalî ya wezîrên karên derve yên Îran, Tirkiye û Komara Azerbaycanê raghand û got: Li vê civînê li bara berfirehkirina hevkariya transîtî, aborî û hevfikrî dê gotûbêj bêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin